1. Tekst

  2. Gotar

  3. Feratê Dengizî
  4. BIJÎ 1’ê GULANÊ
BIJÎ 1’ê GULANÊ,BIJÎ 1’ê GULANÊ

BIJÎ 1’ê GULANÊ

A+ A-

Ked afirînkare. Belkî jî bingeha hebûnê ye. Ez dibêjim “belkî” jî zêde ye. Jixwe ked havên û bingeha hebûnê ye.

1’ê Gulanê jî bûye sembola ked û kedkaran. Îro min jî xwe berda kolanên rabûrdê yê, yanî salên çûyîn. Binêrin bê min di 1’ê Gulana 2003’êyan de di girtîgehê de çi nivîsiye;

“Yekê Gulanê wek ala yekîtî, piştgirî û têkoşînê ya gelên bindest û proleteryayê li hemberî sermayedarî û emparyaliyê mora xwe li sedsalên 19’mîn û 20’emîn xist. Em Yekê Gulanê di serê sedsala 21’emîn de bi naverok û wateyeke nû pîroz dikin ku ev coşî û helecanê dide.

Ala Yekê Gulanê di berdewamiya sedsalîn de bi şîara ‘li dijber çînê bi rizgariya çînayetî, li hember mêtingeriyê bi rizgariya netewîtî’ bû nîşana têkoşîn û destkeftiyan û li qadan, li serhildanan, li barîqatan ji ser milan daneket. Ala Yekê Gulanê ya ku bi xwîna sor a proleterya û gelên me neqişî, tevayên soringiya xwe da sosyalîzmê. Ala sor a ku bûbû tirsa dilê serdestan bû hêz û morala jiyanê ya mirovahiyê, kedkar û gelên bindest. Di bihurîna têkoşîna çînayetî ya tund û di geşedana mafên demokratîkî û di perandina mafên mirovan ên 3 nifşan de bû xwedî mîsyoneke girîng î ku qet nayê ji bîrakirin. Di vê pengava dîrokî de bû xwedî roleke ku navê wê her tim bi şanazî û rêzdarî bê bilêvkirin.

Sedsala 21’emîn bû nîşana bihurîna sosyalîzma reel, faşîzm û şêweyên wê yên lîberalî û îlana serkeftina demokrasiyê. Derfetên şoreşa teknolojî û zanistiyê kir ku nirx û têgihên çînayetî û netewîtî yên kevn î klasîk biguherin û kir ku sermayedarî ji dewsa bibe bersiv û çareseriya mirovahiyê, bû sedema tehrîb û rûxandina xwezayê û hê jî jêrxistina jinê ya weke cins û zayendîtî, ev rastî aşkere li rû ye. Nakokiyên mirovahiyê berfireh û mezin bûn. Avaniya civakî pir veguherî, pircuretî û rengînî derket holê. Hêzên civakî yên nû ku ew ê ji mirovahî û gelan re pêşîkêşiyê bikin derketin holê. Rengê sosyalîzmê yê sor bi pêşîkêşiya jinan veguherî zerî û keskiyê û herwiha veguherina serdemê ji niha ve xwe di her qadên jiyanê de sepand û xwe da rû. Jinên ku di şexsê Tevgera Azadiyê de hatin afirîn û lêgerîna azadiyê ya jinên kurd û şoreşger bû nîşana herî şênber a vê geşedan û pêşveçûnê.

Ev rastiya veguherîna serdema me ye. Serdest û desthilatdaran xwestin ku Yekê Gulanê bidin jibîrakirin, lê dijberî vêna wek ku teqez dide xweyakirin ji niha ve ew ê bibe ala şaristaniya demokratîk ku ew her berz dibe û dibe pêşîkêş û têkoşîna azadiyê, serdestiya hiqûqê, mafên mirovan û hwd. dihundirîne û tevayên mirovahiyê di xwe de dihewîne, ev ji îro de xweyaye. Di serdema nû de mirov bi hêza Yekê Gulanê, bi qada sêyemîn re ew ê di awaya dewlet û civakê re bibihure û di rengê jinan de ew ê sosyalîzma demokratîk hê bi rengîntir, hestmirovîn û bi hevseng bide jiyîn û ev ûtopya ew ê bibe hêza moral û hestiyarîna xurt ku mirovahiyê têxe nava liv û tevgerê.

Îro emperyalî li Rojhilata Navîn li hemberî gelan di şer de ye. Lê ruhê Yekê Gulanê bi aştî dibe alternatîf û di Rojhilata Navîn de çareseriya demokratîk wek alternatîf bi pêş dixe û çanda aştî û biratiyê geş dike, yekîtiya dewlemend a gelan dibe xweserî û taybetmendiya nû ya Yekê Gulanê û perîneke nû ye ji bona mirovahiyê. Ev rastî ji niha ve dibe destkeftiya malbata mirovahiyê.

Bi bawerî û coşiya ku çanda demokratîk, aştî û biratiyê dide vê roja xweş û bi wate em cejna Yekê Gulanê pîroz dikin. Ber bi gelek Yekê Gulanan ve… Ber bi azadiyan ve…”

Belê, îro jî ruhê ûtopyaya eştî, azadî, biratî, wekehevî û evînê hê xurt-tir dibe û Yekê Gulanê ala vê ye û ku li Mêrdînê jî ev coşî digihe azmanê heftan, bawerî û ramana azadiyê ew ê her xurt-tir be.

Ji Mêrdînê bi silavên Yekîtiya Netewî û biratiya gelan Cejna Karker û Xebatkaran Pîroz be…

Nîşe: Ji girtîgehan nameyên pîrozbahiyên zêde tên, mixabin nikarim bibim bersiv. Bila ev bersiva dilê we tevan be, biborin… Têm dilê we yê rohnîdar. Yekê Gulanê bi hêviya azadiyê û bi pîroziya keda we pîroz be. Silav û rêz…

Feratê DENGIZÎ


Gotinên miftehî :